Dû teqîn li Xurmatû rûdan
Şav a burî dû teqîn li gundek ê ser bi bajarok a Xurmatû rûdan û bi eger a wê jî 6 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.
K24- Xurmatû
Şav a burî dû teqîn li gundek ê ser bi bajarok a Xurmatû rûdan û bi eger a wê jî 6 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.
Nûçegihanê Kurdistan24 li Xurmatû ragehand: Şev a bûrî dû teqîn li gund ê Şaseywan a ser bi bajarok a Xurmatû rûdan û di encam de 6 kes hatin kuştin û 3 kes ên din jî birîndar bûn.
Nûçegihanê Kurdistan24 ji zar dev ên dîteran veguhazt ku di destpêkê de otombîlek a bombkirî hatibû danan daku dem a bi teqe xelk ên deverê kom bibin û biqewişin, dûv re sinêlek xwe bi qewşenê re bi teqîne.
Amaje bi wê yekê jî kir ku hemû qurbanî yên şev a burî ya Xurmatû xelk ên Şîe rêçik bûne.
Gund ê Şaseywan 10 Km ji navend a bajarok a Xurmatû dûre û 300 xêzan akincîyê wê gundê ne ku pirranî ya wan rêçik Şîe ne.