Li Şemzînanê 5 leşkerên Tirk hatin kuştin

Di encama şer û pevçûnan di navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de, li Colemêrgê 5 leşker hatine kuştin û 6 leşkerên din jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di encama şer û pevçûnan di navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de, li Colemêrgê 5 leşker hatine kuştin û 6 leşkerên din jî birîndar bûn.

Li navçeya Şemzînanê ya ser bi Colemêrgê ve, artêşa Tirkiyê operesyoneke leşkerî bi ser gerîlayên PKKê, di navbera wan de şerekî giran derket, ku ji çend demjimêran de dest pê kiriye û heta niha berdewam e.

Hat zanîn ku, di encama wî şerî de, heta niha 5 leşkerên Tirkiyê canê xwe jidest dane û 6 leşkerên din jî birîndar bûne.

Herwiha îro danê sibê jî, Li navçeya Çelê ya ser bi Colemêrgê ve şer û pevçûn di navbera hêzên Tirkiyê û gerîlayên PKK de ket û di encamê de 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 20 leşker jî birîndar bûn.