Demîrtaş: HDP ne baskeke PKKê ye

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahatîn Demîrtaş dibêje, ew ne baskeke PKKê ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahatîn Demîrtaş dibêje, ew ne baskeke PKKê ne.

Hevserokê HDPê Selahatîn Demîrtaş ji rojnameya Almanî ya bi navê “Süddeutsche Zeitung” re axivî û diyar kir ku, ew li dijî tundiya PKKê ne. Herwiha HDP jî ne baskekî wê ye. Lêbelê helwesta HDPê ya beramberî PKKê ne wekî helwesta dewletê ye jî. Lewra PKK ji bo wan ne rêxistineke terorîstî ye.

Demîrtaş got, bi salan e li ser xelkê Kurd terora dewleta Tirkiyê heye, PKK jî li hemberî wê terorê wekî nerazîbûnekê derketiye holê.

Demîrtaş derbarê destpêkirina pêvajoya aştiyê de jî da zanîn ku, ew bêhêvî ye, ji bo destpêkirina pêvajoyê pêwîst e navbeyenkarek navnetewî hebe.