Yildirim: Em li bakurê Sûrî dewleteke din qebûl nakin
Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim, li Diyarbekirê ragihand, ew bi yên ku di destên wan de çek hene re pêvajoya çareseriyê nadomînin. Yildirim, amaje kir ku ew li Bakurê Sûrî destûra avakirina dewleteke din nadin. Bînalî Yildirim, "Plana Çalakiyên Yekitî û Demokrasiyê" eşkere kir û got; li 23 bajarên bakur di nav 4 salan de dê buhayê 10 mîlyar lîre razemenî bikin.
K24 – Diyarbekir
Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim, li Diyarbekirê ragihand, ew bi yên ku di destên wan de çek hene re pêvajoya çareseriyê nadomînin. Yildirim, amaje kir ku ew li Bakurê Sûrî destûra avakirina dewleteke din nadin. Bînalî Yildirim, "Plana Çalakiyên Yekitî û Demokrasiyê" eşkere kir û got; li 23 bajarên bakur di nav 4 salan de dê buhayê 10 mîlyar lîre razemenî bikin.
Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim wek Serokwezîr cara duyem e, ku serdana Diyarbekirê dike. Bînalî Yildirim, li gel hejmarek wezîr û parlementerên AK Partiyê di nav bergiriyên berfireh de li Navenda Kongreyê ya bi navê Cahît Sitki Taranci, bernameya piştgiriya aborî aşkere kir.
Hin ji hûrgiliyên plana belgekirin û pêşveçûnê ji bo 23 bajarên Bakur wiha ye: "Dê li 23 bajaran, bi giştî 67 hezar baregehên nû çê bibin. Dê di nav 23 bajaran de 5 heb Navendên Cazîbeyê werin çêkirin. Dê li 11 bajaran, 51 qereqolên nû werin çêkirin. Dê 13 Navendên Xizmetên Civakî werin çêkirin. Dê Bendava Farqînê digel astengiyên PKK'ê were tekûzkirin. Dê 186 Navendên Pîşesaziya Jinan werin vekirin. Ji bo esnafên ku li Diyarbekirê dikanên wan hatine girtin, dê 250 milyon lîre tazmînat were dayîn."
Yildirim, careke din behsa şaredariyên DBP'ê kir û got; "Yên ku hemû derfetên ji bo pêşvebirina bajêr tên şandin, hemû pereyên ji bo xizmeta gel tê şandin, ji PKK'ê re şandine, yên alîkariya lojîstîk ji wan re kirine, bila bizanibin, ew ê hesabê vê yekê bidin."
Yildirim li Diyarbekirê bersiva Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)'ê jî da û got: "Hevserokê HDP'ê li Almanyayê dibêje; 'Em PKK'ê wekî rêxistineke terorî nabînin.' Heger wisa be, were li Tirkiyê vê gotinê bibêje! Heger PKK ne terorîst be, kê Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî kuşt? Kê li Herbecînê 16 gundî kuştin?"
Yildirim, li ser rewşa şer a li Rojava jî axivî û got, "Tu pirsgirêka me bi Kurdan re tune ye. Yên ji me re dibêjin; 'Çi karê we li Sûrî heye?' Kengê ku rêxsitina DAÎŞ'ê, rêxistina PYD ya ku girêdayiyê PKK'ê ye li hemberî welatê me bêtaqet bûn û nikaribin zirarê bidin me, ew çax em ê vegerin. Em destûra avakirina dewleteke din li bakûrê Sûrî nadin."
Ji ber serdana Serokwezîr li temamê Diyarbekirê tedbîrên berfireh hatibûn girtin. Gelek koçe û kolan bi tirimbêlên zirpoş yên polîsan hatibûn girtin. Li ser banan sekvan hatibûn bicihkirin. Kuçikên perwerdekirî jî di lêgerînan de hatin bikaranîn. Welatiyên ku dixwestin bikevin qada mitîngê ji 2 xalên ewlekariyê re derbas bûn. Di saetên êvarî de Serokwezîr Yildirim li gel karsaz, rûspî û giregirên bajêr civiya û li ser meseleyên herêmê danûstandinê kir. Yildirm piştî ku bernameya Diyarbekirê bidawî kir, dîsa vegeriya Enqereyê.