Tirkiye 7 gundên din kontrol dike

Serekaniya Tirkiyeyê ragihand ku, 7 gundên din jî li bakurê Sûriyê ji destê DAIŞê hatine kontrolkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serekaniya Tirkiyeyê ragihand ku, 7 gundên din jî li bakurê Sûriyê ji destê DAIŞê hatine kontrolkirin.

Sererkaniya Tirkiyê derbarê operasyona Cerablusê de daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku, ji 24 Tebaxê de operasyona Cerablusê berdewam dike. Di roja 13emîn a operasyonê de hêzên wan a leşkerî 9 sengerên DAIŞê bi 99 caran topbaran kirine.

Herwiha ragihand ku, di encamê de duh 7 gundên din jî li bakurê Sûriyê ketine destê çekdarên opozîsyona Sûriyê.

Serekanî diyar kir ku, ji roja destpêka operasyonê heta îro 392 cih û bingehên DAÎŞê bi 698 caran hatine topbaran kirin.

Çekdarên opizisiyonê bi piştevaniya Tirkiyê karîn gundên sînorî yên di navbera çemê sacûr li rojavayê Cerblusê û bajarokê eL-Raî yê istratîcîk li bakurê Helebê kontrol biki û bi vê yekê Tirkiyê karî ji Ezaz heta Carablusê wê xeta sînorî ku derdora 91 k.m kontrol bike.