Demîrtaş: Hikûmetê Parlamento daye aliyekî

Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş dibêje, hikûmeta Tirkiyê biryarnameyan bo damezrandina dîktatoriya faşîzmê bikar tîne û bang li hemû aliyan kir ku, dijî wan rawestin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş dibêje, hikûmeta Tirkiyê biryarnameyan bo damezrandina dîktatoriya faşîzmê bikar tîne û bang li hemû aliyan kir ku, dijî wan rawestin.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê beşdarî mîtînga partiya xwe bû û da xuyakirin, piştî hewldana derbeyê, hikûmeta Tirkiyê Parlamento daye aliyekî û bi rêya biryarnameyan welat birêve dibe.

Demîrtaş da zanîn ku, ewê li parlamentoyê bo betalkirina van biryarnameyan bi CHP'ê re pêwendiyê deynin, lê cihê betalkirina wan kolan û berxwedan e.

Demîrtaş amaje kir jî, destdanîna ser mafan heye û hemû cureyên berxwedanê li hemberî van pêkanînan rewa ye.