Îran: Nabe Tuirkîya dest bixe karûbar ên hindûrî yên Suryayê

K24- Hewlêr

Wezaret a derve ya Îranê dibêje, nabe Turkîya û ti alî yên dî dest bixe karûbar ên hindûrî yê Suryayê.

 Behram Qasimî, gotebêj ê wezareta derve ya Îranê bo kenal a Elalem ragehand: Turkîyayê ew maf nîye dest bixe di nav karûbar ên hindûrî yên ti welat de bê rezamendî wî welatî, nemaze jî Suryayê.

 Herweha got: Ew ji pêngav a Turkîyayê li dijî tîrorê têdigihêjin, lê nabe ne Turkîya û ne ti welat ên in bê rezamendî ya hikumet a Dîmeşqê, serwerî ya ax a Suryayê bibezîne.

Qasimî got: Berengarbûn a tîrorê li deverê babetek a giring û ciddîye û pêdivîye hemû welat kar li ser wê yekê bikin.