Li bakurê Sûriyê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin

Serekaniya Tirkiyeyê ragihand, Li devera El-Raî ya li bakurê Sûriyê 3 leşkerên wan canê xwe ji dest dane û 4 leşker jî birîndar bûne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serekaniya Tirkiyeyê ragihand, Li devera El-Raî ya li bakurê Sûriyê 3 leşkerên wan canê xwe ji dest dane û  4 leşker jî birîndar bûne.

Sererkaniya Tirkiyê derbarê operasyona Cerablusê de daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku, li Sûriyê devera Vukufê DAIŞ bi roketan êrîşê tankên wan kiriye û di encamê de 2 leşker canê xwe ji dest dane 5 leşker jî birîndar bûne. 

Hat zanîn ku, leşkerên birîndar bi firokeyan bo nexweşxaneyê hatine veguhestin û li nexweşxaneyê leşkerekî birîndar canê xwe ji dest daye.

Sererkanî herwiha diyar kir ku, operasyona wan di roja xwe ya 14emîn de berdewam e û  wan heta niha 437 bingehan bi hezar û 852 caran topbaran kirine.