Serok ê Herêm a Kurdistanê gehişte Parîsê

Niha Mesûd Barzanî, serok ê Herêm a Kurdistanê gehişte Parîs a paytext a Firansayê û ji alîyê hijmarek a berpirs ên Firansayê hat pêşwazîkirin.

K24- Hewlêr

Niha Mesûd Barzanî, serok ê Herêm a Kurdistanê gehişte Parîs a paytext a Firansayê û ji alîyê hijmarek a berpirs ên Firansayê hat pêşwazîkirin.

Biryare evro dîdar û kombûn ên xwe li gel berpirs ên bilind ên Firansayê dest pê bike û biryare evro kombûn a di navber a serok ê Herêm a Kurdistanê li gel wezîr ê berevanî ya Firansayê, Jan Îyif Lodiryan dest pê bike û gelek pirs û tewer ên peywest bi harîkarî ya di navber a herdû alîyan gêngeşe bihê kirin bi taybetî jî şerr ê dijî Daişê û destpêkirin a operasyûn  a rizgarkirin a Mûsilê.

Herweha biryar subehî, Pêncşembîyê, serok ê Herêm a Kurdistanê li gel Firanswa Oland, serok komar ê Firansayê, li koçk a Îlîzê kom bibe.