Barzanî: Pirs a serxwebûnê giringtirîn xal ên dîdar ên me bûn li gel hemû berpirs ên Ewrûpayê.

Mesûd Barzanî, serok ê Herêm a Kurdistanê, piştî bi dawî hatin a dîdar a xwe li gel serok ê Firansayê di hevpeyvînek a taybet bo Kurdistan24 ragehand: Hilwêst a Bexdayê ji caran baştire beranber bi wê yekê ku bibîn bi dû hevsû û cînar ên baş.

K24- Hewlêr

 Mesûd Barzanî, serok ê Herêm a Kurdistanê, piştî bi dawî hatin a dîdar a xwe li gel serok ê Firansayê di hevpeyvînek a taybet de bo Kurdistan24  ragehand: Hilwêst a Bexdayê ji caran baştire beranber bi wê yekê ku bibîn dû hevsû û cînar ên baş.

Barzanî di hevpeyvînek a taybet de bo Kurdistan24 , got pirs a serxwebûnê giringtirîn xal ên dîdar ên me bûn li gel hemû berpirs ên Ewrûpayê.

Li ser pirs a aştîyê li Turkîyayê got: Cihê daxêye, niha li Turkîya kawdan ne başin bo pirose ya aştîyê.

Herweha got: guhertin ên mezin li rojhilat a navîn dê rû bidin.

Herweha li ser hilwêsta welatan beranber bi serxwebûn a Kurdistanê got: Heya niha ti welat dijî serxwebûn a Kurdistanê nîne, belku renge cudahî hebe li ser dem a ragehandin a wê, neku rast nîye, ti welat dijî serxwebûn a Kurdistanê nîne.

Herweha Barzanî got: Heke ez dilnîya nebim ku pirose ya serxwebûnê dê serkevtî be, ez mucazifeyê nakim.

Li ser tenduristî ya xwe jî, serok Barzanî got: Raste min neştergerî ya çav ên xwe kirîye lê çav ên min niha gelek başin û min pêdivî bi berçavkan nîne.