Serok ê CIA: Îraq û Suryay dê bihên dabeşkirin

Serokê saloxvanî ya Emerîkayê (CIA), pêşbînî ya dabeşbûn a herdû welat, Îraq û Suryayê ku êdî nekarin ji navend ê ve welat birêve bibin û çend herêm ên wek Herêm a Kurdistanê li Îraq û Suryayê dê durist bibin.

K24- Hewlêr

Con Birênan, serok ê CIA ragehand: Binema yên dewletê li Îraq û Suryayê hatine hilweşandin. Herweha guman kir ku carek a dî herdû dewlet bihên avakirin û bi nerîn a wî êdî ji navend ve ev dû welate nahên birêve birin.

Herweha Bêrnan got: şerr û xwînrêjtin a ku heye bi eger a şerr ê etnîkî û rêçkî herdû welat hevrûşî zîyan ên mezin bûne.

Got jî li Îraq û Surya nimûne ya Herêm a Kurdistanê  gelek dê durst bibin.