Malbata Ocalan di cejnê de serdana Îmraliyê dike
Bi boneya cejna Qurbanê, hikûmeta Tirkiyê rê da ku malbata Rêberê PKKê Abdulah Ocalan serdana girtîgeha Îmraliyê bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi boneya cejna Qurbanê, hikûmeta Tirkiyê rê da ku malbata Rêberê PKKê Abdulah Ocalan serdana girtîgeha Îmraliyê bike.
Wezareta Dadê ya Tirkiyê ragihand, bi boneya Cejna Qurbanê dide ku malbata Abdulah Ocalan serdana Îmraliyê bikin û wê bibînin.
Ev yek di demekê de tê, li Diyarbekirê, yekgirtiyên tevgera siyasî ya Kurd, di bin banê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de ji bo aqûbeta rewşa Ocalan were zanîn, ji 5'ê Îlonê û pê ve dest bi greva birçîbûnê kirine.
Tevî ku 55 roj zêdetir di ser hewla derbeya leşkerî ya 15'ê Tebaxê re derbas bûne û tevî ku hatiye tekezkirin ku li hemberî Girava Îmraliyê destwerdaneke cidî çê bûye jî, haya niha bi ti awayî ti agahdarbûn ji rewşa tendûrîstiya Ocalan tune ye.
5 sal in, hevdîtina Ocalan bi parêzeran re, 2 sal in jî bi malbatê re tê astengkirin. Herî dawî Nîsana 2015an de şandeke HDPê serdana Îmraliyê kir û Ocalan dîtin.