Qeliyeke bi tehm çawa tê amadekirin?

Di cejna qurbanê de xwarina sereke, qelî ye. Ji bo qeliyeke bi tehm û bi sihetî, çêkirina xwarina qeliyê jî gelek girîng e. Qeliyeke xweş, divê çawa bê çêkirin û çawa bê pijandin?

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/bdc9f294-b0da-41ce-a069-1613ab326ca3/XwarinaCejneTenduristi.ism/manifest

K24 – Stanbol

Di cejna qurbanê de xwarina sereke, qelî ye. Ji bo qeliyeke bi tehm û bi sihetî, çêkirina xwarina qeliyê jî gelek girîng e. Qeliyeke xweş, divê çawa bê çêkirin û çawa bê pijandin?

Hosteyê Xwarinê Mehmet Sur derbarê çêkirina qelî de ji K24ê re axivî û got: “Bi goştê qurbanê hûn dikarin bi vi awayî qelî çekin. Eger goştê berxa be bila ser wê vekiribe lê eger goştê golika be têxin beroşê û ser wê bigrin. Divê goşt wisa di nava rûnê xwe de bê pijandin. Hema di nava 4-5 dekikayan de amade dibe.

Hoste Mehmet da zanîn ku divê li ber goşt teqez hêşînahî jî were xwarin û got: “Me goştê xwe yê qurbanê hazir kir. Piştre seleteyek xweş bi pîvaz û şenahî hema li malê çi hebe bi wan tiştan seleteyek xweş çêkin, da ku goşt zerarê nede sihheta mirovan. Dema we pariyek goşt xwar, piştre ji kevçiyek selate bixwin.”

Carna xwarina zêde dibe sedema nexweşîyan. Ji bo ku dema xwarinê mirov nexweş nebe hişyarîyên pisporan heye.

Pispora Diyetê Zelîha Avag wiha got: “Ji xwe di nava goşt de bez zêde  heye tenê rûnê goşt bê bikaranin çêtir e. Divê goşt herî kêm 24 seat ji bo tenduristiyê were sekinandin. Yên ku nexweşîya şekîr bi wan re hebe yan jî nexweşiya qelb, madê bi wan re hebe divê goşt zêde nexwin. Divê di taştê de jî hêk nexwin. Ji ber ku proteîn di nava goşt heye ne hewceye hêk bixwin. Mast ji hebe yan ji dew hebe û bi goşt were xwarin çetire.”

Di cejnan de yek xwarinên herî zêde tê xwarin şirînahîye ye, di vê derbarê Avag amaje kir û got: “Ji bo şirînahiyê jî divê porsiyonek were xwarin. Herî zede 2 perçe were xwarin bese . Ev jî ji bo nexweşiyên şekir gelekî girîng e. Pêwîst e di cejnê de 2-3 litre av were vexwarin. Ev gelekî girîng e.”

Li gor bijîşkan, goştê pijandî dive herî zêde 2 yan ji 3 rojan de bê xwarin da ku mirov pê aciz nebe.

 

 

Fly Erbil Advertisment