Ehrar El-Şam: Agirbest êşên gelê Sûriyê zêde dike

Tevgera Ehrar El-Şam êrîşî rêkeftina agirbesta li Sûriyê dike, lê nabêje ew pabendî wê nabe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tevgera Ehrar El-Şam êrîşî rêkeftina agirbesta li Sûriyê dike, lê nabêje ew pabendî wê nabe.

Li gor ajansa “Rueters” ku tevgera Ehrar El-Şamê ya opozîsyona Sûriyê, duh êrîşêy xalên rêkeftina di navbera Rûsya û Amerîka de kir, lê heta niha jî pabend nebûna xwe bi temamî ranegihandiye.

Berpirsê heman tevgerê yê bi navê Elî Omer ragehand, rawestandina şer ya ku îro dest pê kiriye, armancên miletê Sûriyê pêk nayîne, herwiha windakirina hemû destkeftên miletê wê ye û êşên wan jî zêde dike.

Ev yek di demekê de ye, ku berî du rojan her du welatan Amerîka û Rûsyayê piştî guftûgoyên dirêj, gihiştin rêkeftina agirbestê li tevahiya Sûriyê di navbera tevahiya aliyên milimlanê li Sûriyê.