Şemûn Pêrêz bi eger a celteyê kevte di nexweşxaneyê de

Serok ê berê yê Îsrayîlê, Şemûn Pêrêz di jî yê 93 salîyê de hevrûşî celte ya mejîyê bû û niha di nexweşxane ya Tevîv a paytext a Îsrayîlê deye. Pêrêz li sal a 2007 bû nehemîn serok ê Îsrayîlê û dû caran serok wezîr ê wî welatî bûye.

K24- Hewlêr

Serok ê berê yê Îsrayîlê, Şemûn Pêrêz di jî yê 93 salîyê de hevrûşî celte ya mejîyê bû û niha di nexweşxane ya Tevîv a paytext a Îsrayîlê deye. Pêrêz  li sal a 2007  bû nehemîn serok ê Îsrayîlê û dû caran serok wezîr ê wî welatî bûye.

Şîmon Peres serokê nihemîn yê welatê israelê ye sala 1923 li polendayê jidayik bûye, û sala 1934 maêbata wî berê xwe dane israelê da ku Peres tevlî partya kar bibe û piştre jî sala 1948 bibe alîkerê David bin Goryon yekemîn serokwezîrên israelê.
Peres di temenê 29 salî de kar di wezareta berevaniya Israelê de kir, û berpirsê peydakirina çekan ji israelê re bû, û di sala 1953an de bû birêveberê giştî yê wezareta berevaniyê, û karî reactorê navkî yê israelî bi navê dîmone ava bike.
Peres ligel her yek ji frensa û berîtaniya sala 1956 êrîşî misrê kirin, ku bi navê kirîza swisê dihate nasîn.
Sala 1959 bû endamê kinêsêtê û 5 caran xwe jib o hilbijartinên giştî re kandîd kir ta ku sala 1984 bû serokwezîrên israelê û du salan di wî postî de ma.
, da ku carek din di sala 1995an de wî postî li xwe bigire.
Peres karî danûstandinên aştiyê li gel felestînê sala 1993 birêve bibe, û li gel rêxistina rizgariya felestînê rêkefit da ku şerûpevçûn navbera herdu aliyan ji bo 6 salan raweste, di encam de jî sala 1994 xelata Nobel ya aştiyê li gel yaser Arafat serokê berê yê felestînê û ishaq rabîn serokwezîrên berê yê israelê werbigre.
Şîmon Peres sala 2016 rastî du kirîzên dil hat, û di 13 îlonê de celta mejî lêda û hate veguhestin jib o nexweşxaneyeke li televîvê.