Operasyona Mertala Feratê di roja 26emîn de berdewam e
Firokeyên şer yên Tirkiyê, îro jî deverên di navbera Cerablus û Ezazê de bombebaran kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Firokeyên şer yên Tirkiyê, îro jî deverên di navbera Cerablus û Ezazê de bombebaran kirin.
Operasyona Mertala Feratê gihîşt roja 26emîn û bombebaranên Artêşa Tirkiyê li deverê Cerablus û Babê berdewam dike.
Hat ragehandin, Artêşa Tirkiyê deverên gundên Sawran, Kefarxanî û Berakatê yên Beramberê bajarê Kilîsê yê Bakurê Kurdistanê, bi topan û firokeyên şer bombebaran dikin.
Herwiha bi piştevaniya Tirkiye, êrîşa Artêşa Azad jî ber bi Babê ve berdewam dike.