Demîrtaş: Li Başûrê Kurdistanê navbênkariyê dikin
Li dirêjahiya serdana xwe bo Herêma Kurdistanê, îro şanda HDPê serdana Silêmaniyê kir û bi Tevgera Goranê re civiya, herwiha di konferanseke rojnamegerî de Hevserokê HDPê Selahetîn Demîrtaş ragihand ku, ew navgêriyê di navbera aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê de dikin.
K24 – Silêmanî

Herwiha di konferansê de, Berdevkê Tevgera Goranê Şoreş Hecî got: “Şanda HDPê destpêşxeriyeke kiriye û bi projeyekê hatine, lê ev proje jî bo vekirina deriyê guftûgoyan di navbera aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û beşên din yên Kurdistanê de, lê niha ne dema aşkerekirina hûrkêliyên wê projeyê ye.