Li Bakurê Kurdistanê leşkerek û cerdevanek hatin kuştin
Li Bakurê Kurdistanê, li bajarên Diyarbekirê û Şirnexê leşkerek û cerdewanek hatin kuştin. Herwiha Leşkerek jî birîndar bû.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Bakurê Kurdistanê, li bajarên Diyarbekirê û Şirnexê leşkerek û cerdewanek hatin kuştin. Herwiha Leşkerek jî birîndar bû.
Hat ragihandin ku, li bajarê Şirnexê, navçeya Cizîrê li qûntarên çiyayê Cûdî endamên PKKê êrîşê cerdewanan kirin. Di encamê de cerdewanek hate kuştin.
Piştî bûyerê tîmên leşkerî hatin veguhestin û operasyonek berfireh hate destpêkirin.
Herwiha ji aliyekî din ve, li bajarê Diyarbekirê jî navbera hêzên leşkerî yên Tirkiyê û gerîlayên PKKê de şer derket. Li wir jî leşkerek û endamekî PKKê canê xwe ji dest dan. Leşkerek jî birîndar bû.