Mislim: Hêvî dikin PDK helwesta xwe derbarê me de biguhêre
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)Salih Mislim ragihand ku, ew dixwazin pêwendiyên xwe digel Partiya Demokrata Kurdistanê bihêztir bikin û daxwaz ji Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dike ku, sîstema Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê qebûl bike.
K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)Salih Mislim ji K24ê re ragihand, wan kongreya wê partiyê ya heştemîn bi awayekî berfereh lidar xistiye, ji ber ku dixwazin partiya xwe bikin partiyeke navnetewî û wek partiyeke Ewropî tev bigerin.
Mislim amaje kir ku, di kongreya heştemîn ya PYDê de şanda 12 welatên cîhanê beşdar in.
Mislim got: “Têkiliyên me bi partiyên Başûrê Kurdistanê re germ in, lê tenê bi Partiya Demokrata Kurdistanê hinekî sarî heye, em hêvî dikin jî ku ew nêrînên xwe derbarê me de biguhêre û sîstema ku niha li Rojavayê Kurdistanê hatiye danîn bipejirîne. ji ber ku ew nûneratiya gelê Rojava dike, ne tenê ya PYDê.”
Bi amadebûna hevserokên PYDê Salih Mislim û Asya Ebdula, herwiha amadebûna serkirdeyê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl û hejmarek ji alîgir û endamên partiya navborî, heştemîn kongreya PYDê ya rêxistina Ewropa li Brokselê paytexta Belçîka bi rê ve çû.