Erdogan: Şandeke me serdana Barzanî dike
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan diyar kir ku, wê di demek kurt de şandekê bişîne Herêma Kurdistanê û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî bicive.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan diyar kir ku, wê di demek kurt de şandekê bişîne Herêma Kurdistanê û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî bicive.
Li gor rojnameya “Haberturk” ya Tirkiyê, Erdogan derbarê serdana Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş ya bo Herêma Kurdistanê de wiha got: “Em niha nirxandina vê yekê nakin û emê di demeke nêzîk de şandekê bişînin Herêma Kurdistanê.”
Serokomarê Tirkiyê diyar kir ku, wê şanda wan ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicive. Erdogan got ku, ew şande wê xebatên wan û Herêma Kurdistanê binirxînin, ku hewlek heye dixwaze têkiliyan di navbera dewleta Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de têk bibe, lê ew derfetê nadin wê yekê.