Fahriye Adsay li Diyarbekirê hate binçavkirin
Edîtora Kovara bi navê “Zarema” Fahriye Adsay li Diyarbekirê ji aliyê hêzên ewlakariya Diyarbekirê ve hate binçavkirin. Di derbarê sedema binçavkirina Fahriya Adsay de daxuyaniyek nehate dayîn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Edîtora Kovara bi navê “Zarema” Fahriye Adsay li Diyarbekirê ji aliyê hêzên ewlakariya Diyarbekirê ve hate binçavkirin. Di derbarê sedema binçavkirina Fahriya Adsay de daxuyaniyek nehate dayîn.
Rêvebera Giştî ya Kovara Zarema ku bi zaravê zazakî tê weşandin Fahriya Adsay li Diyarbekirê ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Ji aliyê çavkaniyên fermî ve di derbarê binçavkirina Fahriya Adsay de ti daxuyaniyek nehate parvekirin.
Hevkarê Fahriye Adsay, Mihemed Şarmanamaje kir ku wan heta niha agahiyek ji hevala xwe negirtine û ew bi gûman in ku Fahriya Adsay ji ber helwesta xwe ya muxalîf hatibe binçavkirin.
Ji ber ku niha rewşa awarte heye, heta 5 rojan jî parêzerên Adsay nikarin bi wê re hevdîtinekê pêk bînin.
Fahriya Adsay yek ji wan mamosteyan e ku ji kar hatiye dûrxistin, lê endamtiya Adsay di Egîtîmsenê de tune ye.
Fexriya Adsay ji 2014an ve edîtoriya kovara Kurdî Zaremayê dike. Xebatên xwe yên li ser wêjeya Kurdî ya modern û rexneya wêjeyî didomîne û li Diyarbekirê mamostetiya zimanê îngilîzî dike.