Li Eskîşehîrê 25 kes hatin binçavkirin

Li Tirkiyê bajarê Eskîşehîrê kesên ku xwestin danezana sekulertiyê belav bikin rastî êrişa polîsan hatin. Di encamê de 25 kes hatin binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê bajarê Eskîşehîrê kesên ku xwestin danezana sekulertiyê belav bikin rastî êrişa polîsan hatin. Di encamê de 25 kes hatin binçavkirin.

Endamên Tevgera Yekgirtiya Hezîranê, li Eskîşehîrê ser cadeya Înonu xwestin derbarê rewşa sekulerîzma Tirkiyê de danezan belav bikin û daxuyaniya çapemeniyê bidin.

Hêzên ewlekariyê, bi hinceta ku hemû çalakî di rewşa awarte de girêdayî destûra parêzgarê ye û ji ber vê rê nedan çalakvanan û ji wan xwestin ku belav bibin.

Çalakîker bi armanca nerazîbûnê cihê xwe rûniştin û diruşm bilind kirin. Polîsan êriş li çalakiyê kirin û 25 kes girtin binçavan.

 

 

Fly Erbil Advertisment