Reqa: YPG 9 sivîlan rizar dike
Yekîneyeke taybet ji YPG û YPJ’ê, bi çalakiyeke taybet, 9 kesên li bajarê Reqayê rizgar kirin, ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Yekîneyeke taybet ji YPG û YPJ’ê, bi çalakiyeke taybet, 9 kesên li bajarê Reqayê rizgar kirin, ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin.
Hat ragihandin ku, Yekîneyeke taybet ji YPG û YPJ’ê, bi çalakiyeke taybet 9 sivîlên ku li bajarê Reqayê ji aliyê çekdarên DAIŞ’ê ve hatibûn revandin, rizgar kirin.
Çalakî pêr danê ber êvarê pêk hat. Piştî wê yekê jî sivîlên hatin rizgarkirin, radestî Asayîşa Kobanê hatin kirin.
Li gor ku hatiye ragihandin, navên wan kesên hatine rizgarkirin ev in:
- Mihemed Xidir: Ji gundê Kun Heftara Şerqî.
- Faroq Îsmaîl Ebdo: Ji gundê Kun Heftara Xerbî.
- Xalid Fewzî Hac Mistefa: Ji bajarokê Babê.
- Xişman Subhî Mislim: Ji gundê Qolan.
- Ehmed Hisên Emo: Ji gundên Babê.
- Ebdilhenan Mistefa: Ji Kobanê.
- Ehmend Mihemed Mislim: Ji gundê Kun Heftara Şerqî.
- Hemîd Elî Ehmend: Ji gundê Kun Heftarê.
- Mehmûd Îdan: Ji gundê Mile Nisarî.