Li Mêrdînê kampeka penaberên Sûriyê tê valekirin

Di kampê de 6 hezar û 300 penaberên Sûrî hene.

K24-Navenda Nûçeyan

Li Dêrika navçeya Mêrdînê kampa ku penaberên Sûriyeyî lê diman, tê valakirin. Li kampa girêdayiyê Rêveberiya Rewşên Lezgîn û Afetan, amadekariya veguhestina 6 hezar û 300 penaberên Sûrî tê kirin. Penaber dê ji bo kampên li Midyad û Pirsûsê bên veguhestin û piştre jî dê derbasî Sûriyê werin kirin.

Di şerê ku di navbera salên 2011 û 2012'an de li Sûriyê qewimî de penaberên Sûrî li deverên cur be cur yên Tirkiyê, bi piranî jî di kampan de hatin bicihkirin.

Yek ji kampên penaberan jî Kampa Dêrikê ye ku beriya Operasyona Mertala Firatê ya ji aliyê Artêşa Tirk ve di 25'ê Tebaxa 2016'an de li hember Endamên DAÎŞ'ê hatibû destpêkirin û hin deverên Sûriyeyê hatin aramkirin, 9 hezar û 600 penaberan dihebandin.

Li gorî amajekirina berpirsiyarên kampê, piştî vê operasyonê 3 hezar û 300 penaber vegeriyane cih û warên xwe û niha jî ji bo 6 hezar û 300 penaberên mayî jî biçin cih û warên xwe, amadekariya valakirina kampê tê kirin.

Xebatkarên kampê jî bi hinceta ku ew ê bê kar bimînin, nerazîbûnê li hember valakirinê kampê nîşan da. Penaber dê ji bo demekê, li navçeya Rihayê ya Sirûcê û li navçeya Mêrdînê ya Midyadê di kampan de werin bicihkirin.