Li Diyarbekirê 7 mamoste hatin girtin
Li Diyarbekirê 4 Hezar 300 mamoste ji kar hatine dûrxsitin.
K24-Navenda Nûçeyan
Di 21'ê Îlonê komeke mamosteyên endamên Sendîqaya Zanistî û Perwerdehiyê (Egîtîm-Sen) ji bo ku balê bikişînin ser mamosteyên ku ji kar hatine dûrxistin, xwestin xeleka mirovan çêbikin lê polîsan destûr nedan û 24 mamoste binçavkiribûn.
Piştî kiryariyên darazî 17 ji wan mamosteyan serbest hatin berdan û 7 mamoste jî bi tohmeta "endametiya rêxistinê" hatin girtin.
Li Diyarbekirê 4 Hezar 300 mamoste ji kar hatine dûrxsitin. Çalakiyên nerazîbûna mamosteyan didome. Lê parêzgeriya Diyarbekirê li kolan û qadan destûra çalakiyan nade.