Rojnamevanên Almanî serdana gundê Herbecînê kirin

Gundê Herbecînê beriya 5 mehan di encama teqînekê de 16 kesan canê xwe ji dest dabûn.

K24-Navenda Nûçeyan

Şandeke rojnamevanên Almanyayê, li Diyarbekirê serdana gundê Herbecînê kirin ku, beriya 5 mehan di encama teqînekê de 16 kesan canê xwe ji dest dabûn.

Şanda ku, Ser daxwaza Yekîtiya Demokratên Tirk yên li Ewropayê gihîştin Diyarbekirê, serdana cihên dîrokî û geştiyarî yên bajêr kirin. Piştre derbasî gunde Herbecînê bûn.

Muxtarê gund derbarê bûyerê de agahî da rojnamevanan û ji girek bilind cihê bûyerê nîşan da. Piştre jî çûn ser gora kesên ku di bûyere de canê xwe ji dest dabûn.

Serokê Yekîtiya Demokratên Tirk da xuyakirin, xwestine ku rojnamegerên Almanî bi guhên xwe bûyeran ji şahidan bibîhîzin û naxwazin Tirkiye li derve xerab bê nîşan dayîn.