Civat a navendî ya YNKyê bersiva Fûad Husên dide

Civat a navendî ya Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistan (YNK)yê bersiv a Fûad Husên, serok ê Herêm a Kurdistanêdide û li ser zar ê gotebêj a xwe diragehîne: Rewş a hindûrî ya YNKyê sedem a mezinkirin a arîşe yên sîyasî yên Herêmê nîne, belku ew arîşe wê demê mezintir bû û giha qerisînê dem a Dr. Fûad Husên neşîya erkê navgirîyê û navbijîyê serkevtîyane bike di navber a alî yên sîyasî yên Herêmê .

K24- Hewlêr

Letîf Nêrweyî, gotebêj ê Civat a navendî ya YNKyê di hevpeyvînekê de bo malperr a partî ya xwe ku deqa wê li malperr a Civatê belvbûye ragehand: Fûad Husên daxwaz jî nekir ku şîyan a encamdan a wê erkê jî nîne  û bila kesatîyek a dî ya Partî ya Dîmukratî ya Kurdistanê ku ji wî bi ezmûntir be û desthilatdartir be wê erkê bixe stûyê xwe û ev erastîye jî bi ti bîyanûyekê nahê dapoştin.

Ev axiftin ên Civat a Navendî ya YNKyê piştî wê yekê dihê ku Fûad Husên, serok ê Dîwan a serokatî ya Herêm a Kurdistanê di dîdarekê de li gel radiyo ya Emerîka- Pişk a Kurdî ragehandibû: Arîşe yên sîyasî yên Herêm a mezintirbûn, çunku YNK bi fermî bûye dû pişk û dû rewt.