Sirûd û alek ji federalîzma Rojava û Bakurê Sûriyê re
Li Qamişlo, Encûmena Damezrêner amadehiya danîna sirûd, al, sûnd û navekî ji projeya federalîzma Rojava û Bakurê Sûriyê re dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Qamişlo, Encûmena Damezrêner amadehiya danîna sirûd, al, sûnd û navekî ji projeya federalîzma Rojava û Bakurê Sûriyê re dike.
Hevserokê sîstema federalîzma Rojava û Bakurê Sûriyê Mensûr El-Selûm ji K24ê re diyar kir ku, di destpêka meha Cotmehê de dê endamên Encûmena Damezrêner bicivin ji bo destnîşankirina sirûd, al, sûnd û navê pirojeya federalîzmê.
Selûm da zanîn ku, eger erêkirin li ser van projeyên navbûrî hate kirin, wê çaxê ji mafê hêzên ku beşdarî vê sîstemê bûne, federalîzmê bi şêweyekî fermî ragihînin.
Tê zanîn li meha Adara borî sîstema federalîzma Rojava û Bakurê Sûriyê hate ragihandin. Selûm jî berî demekê jî ji K24ê re ragihandibû, sîstema federalîzmê meha Cotmehê de bi şêweyekî fermî tê ragihandin.