Zarokên ji ber şer reviyane karên giran dikin

.Her çiqas ew ji şerê navxweyî rizgar bûbin jî, şer destê xwe ji jiyana wan nakêşe…

K24-Stenbol

Saziya civaka sîvîl Theîrworlda ku li cîhanê li ser perwerdehiya zarokan dixebite, di derbarê zarokên penaber yên Surî de raportek amade kir. Vê raporê di derbarê van zarokan de rewşeke trajîk jî derxiste holê. Li gor  vê raporê li Tirkiyê û Ûrdûnê bi sed hezaran zarokên temenê wan di navbeyna 5 û 17 salî de, şûna ku biçin dibistanê li kargehan di karên herî giran û metirsîdar de bi pereyekî gelekî erzan dixebitin.

Saziya civaka sîvîl Theîrworlda ku navênda wê li Îngilîstanê ye û li hemû cîhanê li ser perwerdehiya zarokan dixebite; di derbarê zarokên Surî yên ber bi Tirkiyê û Ûrdûnê ve penaber bûn de raportek weşand.

Rapor, di derbarê arîşeyên zarokên penaber de daneyên gelekî girîng û trajîk destnîşan dike. Li gor raporê li her du dewletan 732 hezar zarokên ji Surî penaber bune yên temenê wan di navbeyna 5-17 salî de nikarin biçin dibistanê.

Dîsa li gor raportê gelek ji van zarokan di karên giran de bi pareyekî gelekî erzan tên xebitandin.

"Min berê li kolanan kek di firotin. Ev 5 heyve li vir dixebitim. Ez gelekî westiyam lê ez neçarim û divê ez pare bibim malê."

Mihemmedê ku bi malbata xwe re ji Helebê hatî, 14 salî ye. Nikare biçe dibistanê. Rojane 11 demjimêran di xebite. Mehane 200 dolaran bi dest ve tîne.

Wekî gelek zarokên din şer di jiyana wî de jî birînên gelekî mezin vekirine. Birîna li ser ruyê wî jî ji ber travmaya şer çêbûye.

"Bombe li ser xaniyê me de barandin. Xaniyê me xera bû. Em mane li kolanan. Şer derket. Çek bi karanîn. Li pêş çavê min mirov hatine kuştin. Piştre li ser rûyê min ev birîn vebû. Ez li vir çûm ba nojdar, got 'divê bê peqandin' lê gelekî diêşe."

Şukrî hê 11 salî ye. Ew jî di gel malbata xwe ji Helebê reviyaye. Birayê/Xwuşka wî diçe dibistanê lê ew neçare ku bi xebite.

"Ez li vir harîkariya hosta dikim. Taximan berhev dikim. Parçeyan tînim. Derdorê paqij dikim lê heger min bikariya ez bi xwînim, min dixwest ez bibim mamoste."

Rewşa Turgut gelekî cûdatir e. Jiyan bo wî gelekî zehmettir e. Ji ber ku wî ne malbatek heye ne jî xaniyekî ku lê bimîne...

"Malbata min ma li Suriyê. Ez di gel mirovên me reviyam û hatim vir. Lê ew çûn Ewropayê. Min nekarî ez biçim. Piştî ku ew çûn, cihekî ku ez lê bimînim jî nema. Min jî li vir dest bi kar kir. Ez niha li vir radizêm."

Turgut li vê dikana t'emîra tirimbêlan dike li ser paldankeke şkestî radize. Tenê hevalekî wî heye, ew jî ev kuçikê di gel wî, li vir dimîne ye.

"Ev du sale min ne bavê xwe, ne dayika xwe ne jî xuşk û birayên xwe ne dîtine. Min gelekî bêriya wan kiriye. Ez li vir mehane nêzî 200 dolar pere distînim. Ez pereyê xwe qet na mezêxim. Ez berhev dikim û ji malbata xwe re rê dikim. Heger şer bi dawî bibe dixwazim vegerim Şamê, ba malbata xwe. Ez gelekî bêriya wan dikim."

Mihemmed, Şukrî, Turgut… Û bi sedhezar zarokên Surî yên wekî wan… Rewşa wan hemûyan jî wekî hev e. Her çiqas ew ji şerê navxweyî rizgar bûbin jî, şer destê xwe ji jiyana wan nakêşe…