Komela Dostaniya Kurdistan – Japonya alîkariya zarokên Êzidî dike

Komela Dostaniya Kurdistan – Japonya bi riyeke taybet alîkariya zarokên Kurd ên Êzidî dike û wêne û karên bi destan hatine çê kirin, li ser malpereke bi navûdeng ya bazarganiyê difiroşin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Komela Dostaniya Kurdistan – Japonya bi riyeke taybet alîkariya zarokên Kurd ên Êzidî dike û wêne û karên bi destan hatine çê kirin, li ser malpereke bi navûdeng ya bazarganiyê difiroşin.

Komela Dostaniya Kurdistan – Japonya daxwaz ji zarokên Kurd ên Êzidî yên li kampan kir, çend wêneyan bigirin, bo ku piştre li ser malpera “ebay” ku malpereke bi navûdeng a bazarganiyê ye, wêne û karê bi dest hatine çêkirin, bifiroşin û dahatiya wê jî ji zarokên Êzidî vegere. Heta niha jî hejmarek ji wêneyên zarokan hatine firotan.

Serokê Komelê Kosokî koymoma ku heta niha çend peyam û name bo çendîn serokên cîhanê şandiye, bo alîkariya mirovî ji Kurdên Êzidî re bikin. Herwiha wê komelê jî berê jî serdana Herêma Kurdistanê kirye û alîkariyên mrovî pêşkêşî penaberan kiriye.

Komela Dostaniya Kurdistan – Japonya di 18 Îlona 2009an de hatiye damezrandin û armanc ji damezrandinê jî bihêzkirina pêwendiyên bazirganî û kulturî di navbera Herêma Kurdistanê û Japonya ye.

Ji bilî alîkariya penaberên li Iraq û Herêma Kurdistanê, wê komelê alîkariya penaberên Sûrî dike û bexşandinan jî bo wan kom dike.