Bahçelî: Binavkirina hêzên me bi dagîrker bê wate ye

Derbarê hebûna hêzên Tirkiyê li Iraqê û binavkirina Parlementoya Iraqê ji wê re bi “Dagîrker” û birina wê pirsê bo Encûmena Asayişa Navdewletî, Serokê MHPê Devlet Bahçelî bi bê wate û ne aqilane dizane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Derbarê hebûna hêzên Tirkiyê li Iraqê û binavkirina Parlementoya Iraqê ji wê re bi “Dagîrker” û birina wê pirsê bo Encûmena Asayişa Navdewletî, Serokê MHPê Devlet Bahçelî bi bê wate û ne aqilane dizane.

Bahçelî derbarê hebûna hêza Tirkiyê li devera Başîk ya Iraqê de û derketina krîzê di navbera Iraq û Tirkiyê de ragihand, derbirîna nîgeraniyê bo hebûna hêza Tirkiyê di nava xaka welatên cîran de, bo şerê li dijî terorê ye kêmtir xem e û bi mebest e.

Bahçelî got jî, Xaka Iraqê bûyê cihê teroristan û leşkerên gelek welatên cîhanê, binavkirina hebûna hêza Tirkiyê bi dagîrker û birina wê pirsê bo Encûmena Asayişa Navdewletî, bê wate û bê ne aqilane ye.

Roja 6 vê mehê, Wezareta Derve ya Iraqê, hebûna hêza Tirkiyê li Iraqê bi destdirêjiya li ser xaka Iraq binav kiribû û daxwaza civînekê ji Encûmena Asayişa Navdewletî kirbû.

Bahçelî amaje bi durûtiya Amerîka kir û Washington berpirsyarê vê pirsê dizane, li gor wî jî ku ev yek nayê qebûlkirin.

Herwiha Bahçelî amaje bikaranîna PKK û DAIŞê ji aliyê welatên din li dijî Tirkiye dike û PYD bi dijminê Tirkiyê binav dike. Herwiha bûyerên niha yên li navçeyê dibin jî bi projeyeke navendên veşartî û tarî dizane, mebest jê dabeşkirina Rojhilata Navîn û Tirkiyê ye.