Workshopa Sykes – Pîcotê li Stanbolê bi rê ve çû
Di çarçoveya 100. salvegera peymana Sykes – Pîcotê de, dahatûya Rojhilata Navîn li Stenbolê bi rêya konferansekê hat nîqaşkirin. Ji Kurdistan û gelek welatan gelek sîyasetmedar û pispor beşdarî vê konferansê bûn û di konferansê de sedemên aloziyên li Rojhilata navîn, şerên navxweyî û çareserkirina van alozî û arîşeyan hatin axaftin.
K24 – Stanbol
Di çarçoveya 100. salvegera peymana Sykes – Pîcotê de, dahatûya Rojhilata Navîn li Stenbolê bi rêya konferansekê hat nîqaşkirin. Ji Kurdistan û gelek welatan gelek sîyasetmedar û pispor beşdarî vê konferansê bûn û di konferansê de sedemên aloziyên li Rojhilata navîn, şerên navxweyî û çareserkirina van alozî û arîşeyan hatin axaftin.
Di konferansa ji aliyê saziya navnetewî ya hizr û ramanê El-Şerq forumê ve li Stenbolê hate lidarxistin de, peymana Sykes – Pîcotê û dahatûya Rojhilata Navîn hat nîqaşkirin.
Ji bilî Kurdistan û Tirkiyê ji dewletên Rojhilata navîn, Erebîstan, Ewropa û Emerîkayê gelek sîyasetmedar, pispor û akademîsyen beşdarî vê konferansê bûn.
Serokê El-Şerq Forumê Vaddah Hanfer, di destpêka vebûna konferansê de axavî û got: “Li Rojhilata Navîn ji bilî şerên Etnîk, mezhebî û cûdatiya fikr û ramanan aloziyeke beriya niha ti carî rû nedayî tê dîtin.”
Hanfer got jî: "Divê em niha bi fikirin û li ser nîqaş bikin bê ka em ê çawa bikarin li Rojhilata Navîn ji tîrorîzm û rêveberiyên dîktator xwe rizgar bikin. "
Berdevkê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin jî di konferansê de nêrînên xwe anî ziman. Kalin got: Gava îro navê Rojhilata Navîn tê rojevê tenê têgihên wekî "dûbendî û şer" tê bîra mirovan lê ev yek ne çarenûsa Rojhilata Navîn e.
Kalin got: “Îro li Rojhilata Navîn rêxistinên tîrorî û yên deryasayî bi taybetî li dewletên lawaz û bê hêz derdikevin meydanê. Ji ber ji nav birina van rêxistinên tîrorî pêdivî bi saziyên bi hêz yên dewletê heye.”
Di çarçoveya konferansê de di salonan cûda de gelek danişîn û civîn hatin dirûstkirin.
Gerînendeyê Navenda Lêkolînên Stratejîk ya Iraqê Basîl Hûseyîn di civîna derbarê Iraqê de bal kişand ser mijara Iraqê û got: "Perçebûna Iraqê, dê bibe sedema aloziyên mezin." Hûseyîn got jî: “DYE, Ewropa û Rûsya li ser mijara Rojhilata Navîn xwedî erk û gotin in, lê belê berjewendiyên wan her sêyan jî li hev du nayên û ev yek jî çareserkirina arîşeyan zehmettir dike. Ji ber wê divê li gor berjewndî û hêviyên gel ê herêmê ev mijar bên nîqaş kirin çareser kirin. Divê Iraq perçe nebe. Heger Iraq perçe bibe hemû herêm dê perçe bibe.”
Berpirsê Pêwendiyên Derve yê KDPê Hemîn Hawramî di civînê de bersiv da Hûseyîn û got: Tiştê ku Iraqê ber bi perçebûnê ve dibe siyaseta Bexda ya cûdaxwaz e.
Hawramî jî anî ziman: “Li Iraqê Kurd û Sunnî wekî ne hemwelatiyên Iraqê ne, tên dîtin. Herwiha ji ber birîna bûdçeya Hewlêrê gelek arîşeyên aborî li Herêma Kurdistanê rû dan. Me jî di xwest em di nav rêveberiyeke piralî, demokratîk û azad de bijîn lê mixabin rêveberiya Iraqê heta niha nêzîkbûneke bi vî awayî nîşanî me neda.”
Di konferansê de ji bilî arîşeyên Iraqê, arîşe û aloziyên Sûriyê jî di danişînên cûda de hatin nîqaşkirin.