Li Bakur hilberîna pembû destpê kir
Cotyar daxwaza alîkariya dewletê dikin.
K24-Navena Nûçeyan
Cografyeya bakurê Kurdistanê di warê hilberîna her cure nebatan de xwedî cihekî girîng e û berhemên cur bi cur mirov dikare li ser xaka bajarên Kurdistanê bi dest bixe. Li Îdira bajarê Kurdistanê jî piştî çend salan hilberîna pembû destpêkir û encamek baş dide.
Li Îdira bajarê bakurê Kurdistanê ya ku li ser sêgoşeya sînorên Îran, Azerbaycan û Ermenîstanê de cîh digre piştî 25 salan hilberîna pembû hate destpêkirin û bi awayekî serkeftî ew hilberîn berdewam dike. Îdira ku wek newala çandiniyê tê dîtin digel hilberîna silk, zebeş, kartol, ceh û genim niha jî hilberîna pembû jî destpê kiriye. Bi boçûna hilberînerên pembû salane xaka Îdirê nehatiye kêlandin, lê belê dê ew seranserê Îdirê bikin zeviyên pembû.
Hilberîner Cemal Eker wiha got:"Ez li bajarê Aydinê dijîm piştî ku min bihîst li Îdirê Hilberîna Pembû nayê kirin ez hatim li vir û min dest bi çandina pembû kir. 15ê Mijdarê em pembûyê xwe derman bikin, dawiya mehê jî em ê hilanîna pembû bikin. Pembûyê herî baş li vir tê bidestxistin û dê di salên pêşiya me de hê serkeftî be ev karê me."
Niha li navçeya Eralixê ya bi ser Îdirê ve ye li ser zeviyeke 1200 donumî hilberîna pembû tê kirin. Lê belê welatî rave dikin ku dê sala pêşiya wan de li ser zeviya 6000 donimî hilberîn bê kirin. Welatî rave dikin zêdebûna hilberîna pembû dê ji bo ciwanên bajêr bibe deriyê kar û xebatê.
"Dewlet alikariyekê bide me hanî heqê pembû de randumanekê bide rênçberan, rençber jî pê sûdê wergirin û bikarin tov bikirin û bireşînin çapê bikin û hildin tiştekî pir baş e. Em vê yekê dixwazin helbet."
Hem hilberîner hem jî welatî amaje pê dikin ku, ger hilberîna pembû li Îdirê zêde bibe wê çaxê dê febrîqeyên ku bi pembû berheman hildiberînin jî zêde bibin û ev yek jî dê li pey xwe derfetên kar bîne. Herwiha Welatî dibêjin bi vê yekê dê aboriya bajêr jî ber bi başbûnê ve biçe.