"Li cihanê çavkaniya herî dewlemend a enerjiyê li Kurdistanê ye"
Pispor Ogut ji bo ku karsazên navneteweyî ligel Kurdistanê veberhênanê bikin, divê hikumeta Kurdistanê çareyên alternatîf bibîne.
K24-Navenda Nûçeyan
Li Stenbolê, di kongreya enerjiyê ya cîhanê de yek mijara herî girîng petrol û gaza siruştî ya Kurdistanê bû. Pisporê enerjiyê Mehmet Ogutçu amaje kir li deverên Mîran û Bîna Bawî gaza siruştiyê ya herî dewlemend a cîhanê hene, eger çavkaniyên vir baş bê bikaranîn dê aboriya Kurdistanê zêdetir bi pêş keve.
Dahatiya enerjiyê ya cîhanê di lûtkeya Enerjiyê ya Cîhanê de ku li Stenbolê dest pê kir ji aliyê nûnerên saziyên enerjiyê serokê dewletan û pisporan ve bi awayekê berfireh hat guftûgokirin.
Serokê Saziya Enerjiya Bogazîçiyê Mehmet Ogutçu di kongreyê de beşdarnebûna nûnerên Kurdistanê wek kêmasiyeke mezin nirxand.
"Putîn li vir bu, Erdogan li vir bu. Aliyev û Serokê dewleta Venezûellayê li vir bûn; lê ji Ewropa û Emerîkayê tu kes beşdar nebûn. Herwiha ji Îran û Iraqê jî tu kes beşdar nebû. Min gelekî dixwest Ashtî Hewramî yan jî Nêçîrvan Barzanî jî li vir di kongreyê de bi axaftiban."
Ogutçu da zanîn ku bandora petrol û gaza sirûştî demeke dirêj di sektora enerjiyê de dê berdewam be. Li gor Ogutçu, bihayê petrolê di sala 2017'an de di navbera 60 û 70 dolaran de be.
Pisporê enerjiyê Ogutçu, bal kişand ser girîngiya gaza siruştî ya Kurdistanê û wiha got: herî kêm 5 û 6 salên din jî rewşeke bi aloz dê bidome.
Serokê Saziya Enerjiya Bogazîçî Mehmet Ogutçu wiha got:"Ji bo Kurdistanê neft girînge lê xaza sirûştî girîngtir e. Li qada Mîran û Bîna Bawiyê çavkaniyên herî zengîn yên xazê yên li ser cîhanê cî digirin. Heger ev xaz bê derxistin û bikaranîn ev yek dê karîgeriyeke gelekî mifadar li ser aboriya Kurdistanê bike. Her çiqas Tirkiye di gel dewletên din peymanên xaza sirûştî çêkiribe jî ne pêkane ku xaza Kurdistanê paşguh bike. "
Ogutçu têkiliya aboriya Tirkiye ya digel Kurdistanê wek stratejiyeke girîng nirxand û wiha axivî: Ji bo ku zirareke negihîje têkiliyên aboriyê divê her du aliyan ji xîretê bidin.
Pisporê enerjiyê yê navneteweyî Can Ogut amaje kir; ji bo ku zêdetir karsaz li ser enerjiya Kurdistanê veberhênanê bikin divê hikumeta Kurdistanê hinek gav biavêje.
"Ji ber ku veberhênanên enerjiyê veberhênanên mezin in pêdivî bi baweriyeke mezin heye. Ji ber ku Herêma Kurdistanê ne dewleteke serbixwe ye, nikare baweriyeke girêdayî hiqûqa navnetewî bide. Dijberên enerjiya Kurdistanê her diçe zêde dibe. Îran heye, Azerbeycan û Rusya li holê ne. Dema ku li Sûriyeyê rewş normal bibe ew jî dê bibe dijberek."
Pispor Ogut ji bo ku karsazên navneteweyî ligel Kurdistanê veberhênanê bikin, divê hikumeta Kurdistanê çareyên alternatîf bibîne.