Erdogan êrîşî Ebadî dike
Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê dike “Sînorê xwe zanibe” her di wê derbarê de jî got: “Derbarê leşkergeha Başîkê de ti fermanan ji Iraqê wernagirin.”
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê dike “Sînorê xwe zanibe” her di wê derbarê de jî got: “Derbarê leşkergeha Başîkê de ti fermanan ji Iraqê wernagirin.”
Erdogan îro di civîna serkirdeyên îslamî de li Stanbolê ew daxuyanî da û ragihand “Iraq daxwaz ji me kir bo hatina Başîkê, niha jî daxwaza çûna me dike. Ji ber wê dibe ku Serokwezîrê Iraqê sînor xwe zanibe.”
Li ser vê pirsê, demek e li ser astê berpirsên pilebilind yên her du welatan daxuyaniyên dijî hev derdikevin. Herwiha her du welatan bo wê pirsê jî bangî Balyozên hev kirin.
Ebadî hişyariya wê yekê dabû, ku hebûna leşkerên Tirkiyê li Başîk metirsî ye bo rûdana şerekî herêmî, heger hat û ew hêz di nava xaka Iraqê de ma.