Serdozgeriyê Feleknas Ûca vexwend lêpirsînê

Ji bo Ûca 7 sikale di dosyeyekê de hatine tomarkirin û hat xwestin ku parlementera Diyarbekirê, di nav 7 rojan de biçe îfadeyên xwe bide.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Serdozgeriya Diyarbekirê, banga îfadedayînê li parlementera HDP'ê ya Diyarbekirê Feleknas Ûca kir.

Sedema bangkirinê, axaftinên li çalakiyan kiriye hat nîşandan. Ji bo Ûca 7 sikale di dosyeyekê de hatine tomarkirin û hat xwestin ku parlementera Diyarbekirê, di nav 7 rojan de biçe îfadeyên xwe bide.

Piştî rakirina mafê destwerdana parlementerên Meclisa Tirkiyê, dosyeyên parlementerên ku mafê wan hatiye rakirin, li serdozgeriyan tên tomarkirin.

Serdozgeriya Diyarbekirê, di derbarê parlementera Diyarbekirê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)'ê de 7 fezleke amade kirin û di derbarê Feleknas Ûca de 7 lêpirsînên cûda dan destpêkirin. Her wiha serdozgeriyê tawana endamtiya rêxistina çekdar jî bi nav kir û banga îfadedayînê li Feleknas Ûca kir. Li aliyê din jî parlementerên HDP'yî dayîna îfadeyan û çûyûna dadgehan red dikin.