Dara zeytûnê bûye sembola Dêrikê

Li bakurê Kurdistanê navçeya Dêrika Mêrdînê demê berhevkirina zeytûnan hat. Berhemê zeytûnan salekê baş e, salekê jî kême. Ev sal jî sala tunebûnê ya zeytûnan bû. Li Dêrikê zeytûn bê derman û gubre bi awayek xwezayî tê berhemanîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nivê xelkê Dêrikê debara xwe bi xwedîkirina darê zeytûnan û berhemanîna wê dikin. Dara zeytûnê êdî bûye sembola navçeyê.

Li Mêrdînê nêzîkî 50 hezar hektar bexçe û zevî û nêzîkî 2 mîlyon darên zeytûnê hene û ji sedî 70 li Dêrikê ne.

Par sala berhemdar bû, lê îsal sala tunebûnê ye. Her sal nêzîkî 2 hezar ton berhem tê lê îsal tê texmînkirin ji 500 tonê kêmtir be.

Dêrik û mezopotamya wargeha zeytûnan e û nêzîkî 10 cure zeytûn li vê derê berhem tên. Lê ji ber kargeh û bazarê zeytûnan li Dêrikê nîne, berhemanîn her sal hinek din kêm dibe.

Li Dêrikê cureya Xilxalî ya zeytûnê heye ku tama wê gelek xweş û radeya zeyt û asîdê jî balê dikşîne. Herwiha bi cureyên zoncik, gulekî, kejik, belotî, mazî, xursekî, melkebazî , melemelî û Axlîş hene.

Berhevkirina zeytûnan her sala meha 11 destpê dike. Ji ber îsal berhem kêm bû zûtir hatiye destpêkirin.