Li Bakur serdegirtinên avahiyên DBP û HDP’ê didomin
Li Diyarbekirê polîsan girt ser avahiyên navçe û navendî yên partiyên HDP û DBP’ê. Polîsên ku bi biryara dadgeriyê girtin ser avahiyan, di hundir de dest bi lêgerînan kirin. Li gorî agahiyên rayedarên herdu partiyan, lêgerîna polîsan hîn jî didome.

K24 – Diyarbekir

Li avahiyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)’ê, duh bi şev demjimêr di 23:40’î de lêgerîna polîsan dest pê kir.
Parlementera HDP’ê ya Edeneyê, Meral Daniş Beştaş ragihand ku, lêgerînên li avahiyên navenda bajêr û navçeyên Lice, Sûr, Farqîn, Kayapinar, Baglar û Yanîşehîrê, hîn jî didomin û li avahiyan perlementer û parêzer jî rewşê dişopînin.
Hat ragihandin ku di van serdegirtinan de hevseroka DBP’ê ya Liceyê Rozerîn Yîgîtel jî hatiye binçavkirin. 55 hevserok û rêveberên di 11’ê Cotmehê de hatibûn binçavkirin jî di nav de; di hefteya dawîn de bi giştî 136 endam û rêveberên HDP û DBP’ê hatin binçavkirin.