Li Diyarbekirê şahî bi cilûbergên Kurdî dixemil in
Bi qasî dirûtina van cilûbergan, karê kirîn û firotinê jî girîng tê dîtin.
K24-Diyarbekir
Li Diyarbekirê, cil û bergên Kurdî, ji aliyê şêniyên bajêr ve jî ji aliyê geştegerên biyanî ve jî rastî eleqeyeke mezin tên. Li gelek taxên Diyarbekirê, firoşkarên van cil û bergan hene. Di dikanên ku bi rengên cur be cur ên van cil û bergan şewq didin de ji bilî danûstendinên aborî, xizmeta parastina çanda libasên herêmî jî tê kirin.
Li bajarê Diyarbekirê, bazirganiya cil û bergên Kurdî, her ku diçe zêdetir dibe. Bi danîna sînorên li ser erdnîgariya Kurdistanê re, bere bere çanda cil û bergên gelên Kurdistanê jî ji hev cuda bû. Di serdema îroyîn de her beşekî welêt, bûye xwedî cilûbergên cur be cur. Ji dikandarên sûkê Nîhat Tezer, yek ji wan kesan e ku libasên herêmî bi destên xwe didirû. Tezer, meşandina vî karî, wekî xwedîderketina li çanda Kurdan dinirxîne.
Dirûnkarê Cil û Bergên Kurdî Nîhat Tezel wiha got:
"Min xwest cihekî li ser cil û bergên eslî vebikim. Di cil û bergên me de hinek guhertin çêbûbûn, xwedîderketin tunebû. Me got, em tiştekî wisa bikin ku em cilên Kurdî yên eslî çêbikin. "
Bi qasî dirûtina van cilûbergan, karê kirîn û firotinê jî girîng tê dîtin. Esnafên ku libasên Kurdî difiroşin, amaje dikin ku di van salên dawiyê de li hember libasên Kurdî, eleqeya gel zêdetir bûye. Dikandarê bi navê Mehmet Ayverdî, bazirganiya libasên Kurdî dike û dibêje; êdî keç û xortên me, dayîkên me û zarokên biçûk jî di rojên dîlanan de û bi taybetî di Newrozê de libasên Kurdî tercîh dikin.
Firoşkarê Cil û Bergên Kurdî Mehmet Ayversî
"Cil û bergên me, li gorî zarokan jî hene, li gorî extiyaran jî hene û li gorî ciwanan jî hene. Ji bo her beşa civakê, cil û bergên me hene. Eleqeya geştegeran jî gelek zêde ye. Ji ber ku ev cil û berg, ên herêmî ne; em zêdetir bala geştegeran dikişînin."
Şêniyên Diyarbekirê, di rojên xwe yên şahiyan de êdî ji cil û bergên nûjen zêdetir,cil û bergên herêmî tercîh dikin. Sedema tercîhkirina libasên herêmî, her çiqas ji aliyê hin kesan ve bi nûjenkirinê ve were girêdan jî, civaknas dibêjin; nasnameya yekemîn a gelan zimanê wan e, ya duyemîn jî libasên wan in. Lewra cihê ku deng lê qut bibe, dîmen diaxivin.