Berpirsê hemû êrişên DAIŞê li Dîlokê hate kuştin
Parêzgarê Dîlokê Alî Yerlîkaya da xuyakirin, di teqîna duyem ya Dîlokê de berpirsê hemû êriş û amadekariyên DAIŞ yên li Dîlokê hatiye kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Parêzgarê Dîlokê Alî Yerlîkaya da xuyakirin, di teqîna duyem ya Dîlokê de berpirsê hemû êriş û amadekariyên DAIŞ yên li Dîlokê hatiye kuştin.
Yerlîkaya di civîna çapemenî de da xuyakirin, li ser saloxgeriya MÎT'ê di operasyonên Dîlokê de 19 gumanbarên DAIŞ û gelek alavên teqamenî hatine desteserkirin û bi agahiya wan li Taxa Şahîn bey êriş li balexneyek hatiye kirin.
Da zanîn, di dema desteserkirinê de endamekî DAIŞ xwe teqand û di encamê de 3 polîs hatin kuştin, 5 polîs û 4 sivîl birîndar bûn.
Yerlîkaya da xuyakirin, di demjimêrên êvarê de, 20 kîlometre dûrê bûyera destpêkê, hêzên ewlekariyê, êriş li avahiyek din dikin û di encamê de endamê DAIŞ Mehmed Kadîr Cebael ku wek berpirsê hemû çalakiyên DAIŞ yên li Dîlokê tê naskirin hat kuştin.