Şandeke Tirkiyê çû Bexdayê
Şandeke Tirkiyeyê bi serokatiya şêwirmendê Wezareta Derve yê Tirkiyeyê Umît Yalçin çû Bexdayê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şandeke Tirkiyeyê bi serokatiya şêwirmendê Wezareta Derve yê Tirkiyeyê Umît Yalçin çû Bexdayê.
Şandeke Wezareta Derve ya Tirkiyeyê bi serokatiya şêwirmendê Wezareta Derve Umît Yalçin têkildarî mijarên Başîk û Mûsilê çû Bexdayê.
Li gorî çavkaniyên dîplomatîk armanca serdana şandê hebûna leşkerên Tirkiyeyê li Başîkê û operasyona Mûsilê ye.
Derbarê hebûna hêza Tirkiyê li nava xaka Iraqê de ku çend roj in daxuyaniyên tund derketin hole, ku Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ji Serokwezîrê Iraqê got “Sînorê xwe zanibe” her di wê derbarê de jî got: “Derbarê leşkergeha Başîkê de ti fermanan ji Iraqê wernagirin.”
Li ser daxuyaniyên Erdogan jî, Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê HeyderEbadî ragihand û got: “Daxuyaniyên Erdogan ne berpirsyare ne û derbirînek torebûnê ye.”
Herwiha serdana şanda Tirkiyê di demekê de tê ku, îro bi beşdariya hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî qonaxa yekem ya operesyona rizgarkirina Mûsilê dest pê kir.