Leşkerên Roj li eniyên şerê Mûsilê ne
Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê “Leşkerên Roj” ew jî di nav şerê kontrolkirina Mûsilê de bi erkê xwe radibin. Li gundê tercele ya li eniya Xazirê, hêza (Yek û Du) ya Pêşmergeyên Rojava çend gundi li wê deverê kantrol kirin û fermandeyên wan jî behsa rola Leşkerên Roj di vî şerî de dikin.
K24 – Eniya Xazir

Nêzîkî hezar Pêşmergeyên Leşkerên Roj beşdarî şerê kantrolkirina Mûsilê bûne, lê her hêviya wan ew e ku, ew şerê terorê li Rojavayê Kurdistanê jî bikin.
Ev ne cara yekem e ku hêzên Pêşmergeyên Rojava beşdarî şerê DAIŞê li Başûrê Kurdistanê dibin. Ew dibêjin ku, bê cudahî li her çar parçeyên Kurdistanê dikarin şerê dagîrkeran bikin û heta niha jî bêhtir ji 40 şehîdan li hemberî şerê DAIŞê li Başûrê Kurdistanê dane.