Asayişa Kerkûkê: Koçberên Ereb alîkariya êrîşkeran kirine

Rêveberê Asayişa Kerkûkê Helo Necat ragihand, di demeke kurt de rewşa Kerkûkê asayî dibe û hemû êrîşker hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberê Asayişa Kerkûkê Helo Necat ragihand, di demeke kurt de rewşa Kerkûkê asayî dibe û hemû êrîşker hatin kuştin.

Helo Necat ji K24ê re ragihand, kerkûk ji berê de hatiye tarîbkirin û şerê yekem yê DAIŞê de 650 hezar Ereb hatine Kerkûkê, ku ji bo hêzên ewlekariyê jî asteng û pirsgirêk bûn, ev yek jî zemîneyeke xweş e ji DAIŞê re bo amadekariyên xwe bikin.

Necat aşkere kir, li gor reng û rûyên êrîşkerên ku hatine kuştin, ew ji derveyî Kerkûkê derbasî nava Kerkûkê bûne û xwe di nava koçberan de xwe amade kirine.

Necat diyar kir, heta niha li Domîz, Dûbiz û Kotan dora 20 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Îro berbangê hejmarek çekdarên DAIŞê li navenda bajarê Kerkûkê xwastin avahiyên ewlekarî û hikûmî kontrol bikin. Lê hêzên ewlekariyê rê nedan wan.