Tuncel: Di salekê de 2 hezar û 600 endamên me hatine girtin

Da zanîn di heftiyek dawî de li Dêrsimê 21 ciwanan canê xwe ji dest dane .

K24-Navenda Nûçeyan

Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk DBP, Sebahat Tuncel ragehand ku,  ji ber ku ew aştiyê dixwazin bûne armancê êrişa dewletê. Di salekê dawî de 2 hezar û 600 endamên wan hatine girtin.

Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk DBP, Sebahat Tuncel, li Dêrsimê çû serdana dikandar û pîşesazên ku hember operasyon û pevçûnan dikanên xwe daxistine û tevî Parlamenterê HDP'ê Alîcan Onlu û hevşaredaran daxuyanî da çapemeniyê.

Da zanîn di heftiyek dawî de li Dêrsimê 21 ciwanan canê xwe ji dest dane û dikandar û pîşesazên ku dijî operasyon û kuştinan derketine dibin armanca êrişên hikûmet û parêzgarê.

Da zanîn ku, bi girtin û binçavkirinan dixwazin wan bêdeng bikin û di nav salekê de 2 hezar û 500 endamên wan hatine girtin.

Parêzgariya Dêrsimê, pêr li Dêrsimê, bi belavokan heşyarî dabû dikandaran û dabû xuyakirin, kesên dikanên xwe daxin dê werin cezakirin.

Fly Erbil Advertisment