Li Bakurê Kurdistanê hilanîna gundorên meşedî

Hilberînerê gundoran amaje pê dikin ku ew 4 sal in wî karî dikin û bi destpêkirina hilberîna gundora meşedî niha 300 kes bûye xwedî kar.

K24-Navenda Nûçeyan

Xaka Bakurê Kurdistanê ya berhemdar her cure zebze û fêkî lê çêdibe. Li bajarê Îdira ser bi Bakurê Kurdistanê yekem care gundora bi navê meşedî hete çandin û niha hilanîna vê tê kirin.

Li Îdirê digel hilanîna zebze û fêkî, hilanîna gundora zivistanê jî tê kirin. Gundora bi navê "Meşedî" ya ku tenê li welatê Îranê hilberîna wê dihate kirin bi saya cotkarên Îdirê, Alîcan Akçan û Ahmet Gunal, niha li Îdirê jî hilberîna gundora meşedî tê kirin. Ew gundora ku hilberîna vê tê kirin teybetmendiya wê ew e ku heta nîvê heyama Zivistanê xwe digre û tehma wê xera nabe. Hilberînarê gundora meşedî Alîcan Akçan rave dike ku niha tenê li Îdirê ev gundor heye û seranserê herêmê sîparîşan hildigre.

Hilberîner Alîcan Akça wiha got:"Ez liv ir karê zebeş û gudoran dikim. du cure gundor hene yek meşed e yek jî ya spî ye hûndirê vê zehv xweş û şirîn e. Ez difiroşim bajarê Agirî, Wan, Qers, Erzerom. Carna jî difiroşim welatên dereke, Rûsiya, Gurcistan û Azerbaycanê yanî tên dibin."

Di dawiya heyama payîzê hilanîna gundora meşedî û gundora zivistanê tê kirin. piştî ku gundor tên komkirin li nava zevikeyek mezin, di bin kavê de tên weşartin ku xera nebin û tehma xwe bezir nekin. Digel gundora meşedî gundora zivistanê ya grover û spî jî ji ber tehma xwe ya zêde şirîn li bajêr wek gundora bi hingiv tê binavkirin.

xebatkar Ahmet Gunal wiha ji K24ê axifî:"Ewa sê çar sale em cem kekê Elî dixebitin. Li Îdirê kes mîna kekê Elî wan gundoran nanihêre. Kekê elî karekî baş dike."

Hilberînerê gundoran amaje pê dikin ku ew 4 sal in wî karî dikin û bi destpêkirina hilberîna gundora meşedî niha 300 kes bûye xwedî kar. Herwiha gundora meşedî ya ku niha tenê li Îran û bajarê Îdirê hilberîna vê tê kirin, ji bo bajarên derdorê û welatên cîran tên şandin.