Li Cewlikê teqîn: Leşkerek hate kuştin
Li Cewlikê bombeyeke çandî bi otombîleke zirpoş ya leşkerên Turkiyê de teqiya, di encamê de 1 leşkerek hate kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Li Cewlikê bombeyeke çandî bi otombîleke zirxpoş ya leşkerên Turkiyê de teqiya, di encamê de leşkerekî Tirkiyê hate kuştin.
Hat zanîn îro danê sibê li navçeya Gêxiyê nêzikê devera Kizilmescîtê bombeya ko li ser rê hatibû danîn dema otombîleke zirxpoş a leşkerî derbas dibû ji dûr ve hate teqandin.
Di encamê de leşkerek hate kuştin. Piştî bûyerê hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê dest bi operasyoneka berfireh kirin.