Cîgirê Serokê CHPê birîndar bû
li bajarê Aydin ya Tirkiyê di êrîşeke çekdarî de Cîgirê Serokê CHP di lingê xwe de birîndar bûye.

K24 – Navenda Nûçeyan
li bajarê Aydin ya Tirkiyê di êrîşeke çekdarî de Cîgirê Serokê CHP di lingê xwe de birîndar bûye.
Cîgirê Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) a Tirkiyeyê Bulent Tezcan, di encama êrîşeke çekdarî de li bajarê Aydin hate brîndarkirin. Li gor agahdiyên medyaya Tirkiyeyê, Tezcan di pêyê xwe de hatiye birîndarkirin.
Navborî bo nexweşxaneya Uniwersiteya Adnan Menderes a bajêr hatiye veguhastin. Li gor bizîşkan jî, rewşa wî cîgir e û ti metirsî li ser jiyanî wî tune ye.
Êrîşkar reviyaye û operasyonên hêzên ewleyî ji bo desteserkirina wî li derdora bajêr birêve diçin.