Li Îranê sê Kurd hatin bidarvekirin
Ji navçeya Somaya ya bi bajarê Urmiyê ye bûn.
K24-Navenda Nûçeyan
Li bajarê Urmiyê yê Rojhelatê Kurdistanê 3ê girtiyên Kurd hatin bidarvekirin.
Malpera "Maf News"a Rojhelata Kurdistanê di nûçeyeka xwe de ragehandiye ku, her yek ji Derwîş Munezemî, Şeîf û Ferhad ku, di girtîgeha "Derya" ya bajarê Urmiyê de bûn hatin bidarvekirin.
Li gor malpera navborî ew her sê girtiyên Kurd bi hiceta bazirganî bi madeyên hoşber hatibûn bidarvekirin û ji navçeya Somaya ku, ser bi bajarê Urmiyê ye.
Berî niha jî sê girtiên din ji bajarê Selmasê bi hema tumetê hatibûne bidarvekirin.