Mislim:YPGê di nav rêzên HSD de tevlî operasyona Reqayê dibe

Piştî rizgarkirina Reqayê HSD li wir namîne.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Hevserokê partiya Yekîtiya Demokratî(PYD) Salih Mislim ragehand ku, YPG dê di çarçoveya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de beşdarî Operasyona rizgarkirina Reqayê bike.

Derbarê beşdariya Yekîneyên Parastina Gel(YPG) di Operasyona rizgarkirina Reqayê de Hevserokê partiya Yekîtiya Demokratî(PYD) Salih Mislim ji BBC re wiha got:"YPG dê di çarçoveya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de beşdarî Operasyona rizgarkirina Reqayê bike."

Berî niha berdevkê Wezareta  Bergiriyê yê Amerîkayê Peter Cook ragehandibû ku,  operasyona rizgarkirina Reqayê wê di çend hefteyên bê de dest pê bike.

Ji aliyê xwe ve Fermandarê payebilind ê Amerîkayê  li Iraqê  Stephan Townsend di 26 Cotmeha borî de  ragehandibû ku, HSD hêzeke sereke ye di operasyona rizgarkirina Rewayê de.

Mislim derbarê beşdarbûna Tirkiyê di wê operasyonê de aşkere kirbû ku, eger Tirkiye tevlî operasyona Reqayê bibe tenê ji bo piştgiriya DAIŞê ye, ji ber ku, di nerîna Mislim de eger Tirkiye tevlî şerê Mûsilê jî bibe tenê bo alîkariya DAIŞê ye.

Herwiha Mislim tekez kir ku, piştî rizgarkirina Reqayê HSD li wir namîne û dê bajêr radestî rêveberiya sivîl bikin.