Mislim: Girtina rêveberên HDP perçeyek ji cinosaida Kurdan e
Divê Kurd li xwe xwedî derkevin.
K24-Navenda Nûçeyan
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) Salih Mislim girtina her du Hevserokên Giştî yê HDPê û Parlamenterên wê şermezar kir û got ku, pêwîste Kurd xwedî li hev derkevin.
Derbarê girtina her du Hevserokên Giştî yê HDPê û 9 Parlamenterên wê Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) Salih Mislim li ser Tiwîtera xwe daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got ku, girtina rêvebirên HDP perçeyek ji jinosîda Kurdane.
Mislim da zanîn ku, divê Kurd bi xwe li hev xwedî derkevin û berevaniya hev bikin.
Derengiya şeva borî her du Hevserokên Giştî yên HDPê û 9 perlementerên din ji aliyê Polîsên Tirkiyê ve hatin girtin.